Tirkiye: Li devera Avasîn di encama teqîna mayinekê de leskerekî me can da

18 September 2021 10:31 0 dîtin
Tirkiye: Li devera Avasîn di encama teqîna mayinekê de leskerekî me can da

PeyamaKurd – Tirkiyê diyar kir, li devera Avaşîn a Herema Kurdistanê, di encama teqîna mayinekê de, leşkerekî wan can daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn, di 17ê  Îlonê de li devera Avaşîn a Herêma Kurdistanê, di encama teqîna mayineke ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû bicîhkirin, leşkerekî wan yê bi navê Umit Solak birîndar bûye û pişt re ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

Wezaret eşkere dike, tevî hewldanan wî leşkerê wan li nexweşxaneyê can daye.

Li aliyê din PKK jî eşkere kiriye, di 16ê Îlonê de di navebera hêzên wan û Artêşa Tirkiyê de li devera Avaşîn şerek giran qewimiye lê Artêşa Tirkiyê nekariye pêşbvebiçe.

PKK dibêje “16'ê Îlonê saet di navbera 19:45-22:00 de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê, xwestin bikevin qada berxwedanê, lê belê di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Dagirker li hember berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin."