Kerkûk | Di encama teqîna bombeyekê de 2 jin birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Kerkûkê di encama teqîna bombeyekê de 2 jin birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Albay Amir Şiwanî ji K24ê re diyar kiriye, di encama teqîna bombeyeke vedayî de, 2 jinên ku di baxçeyê wan de kar dikirin, li gundê Kewêle yê navçeya Qerehencir birîndar bûn.
Serleşker Amir Şiwanî eşkere kiriye, 2 jinên ku li pişta parçeyên bombeyê ketine bi sivikî birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin