Afxanistan | Di encama teqîna bombeyekê de 5 kesan can dan
PeyamaKurd – Li parêzgeha Herat a li rojavayê Afxanistanê, di encama teqîna bombeyekê de, 5 kesan can dan.
Nexwaşxaneya Herat a Afxanistanê da zanîn, li herêma Cebarîl a Heratê di dema lîstokekî herêmî de êrîşeke bombeyî pêk hatiye û 5 kesan can dane.
Herwiha hat eşkerekirin, di encama êrîşê de 25 kes jî birîndar bûne û rewşa hin ji birîndaran jî giran e.
Ji aliyê din ve şahidên bûyerê jî destnîşan kirin ku di êrîşê de 10 kes mirine. Heta niha tu aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.
Hêjayî gotinê ye, li herêma Cebraîl a Heratê piranî Şîe dijîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin