Efrîn | Di encama teqîna bombeyekê de 5 zarok birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Mabeta ya Efrînê, di encama teqîna bombeyekê de, 5 zarok birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, do piştî nîvro bombeyek ji paşmayên şer li navçeya Mabeta teqiya û di encamê de 5 zarokên koçber ên ji Idlibê birîndar bûn.
Herwiha wan çavkaniyan destnîşan kirin, ew 5 zarok ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û birînên hin zarokan giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin