Efrîn | Di encama 2 sewatan de 4 zarokên koçber can dan

18 January 2022 12:03 0 dîtin
Efrîn | Di encama 2 sewatan de 4 zarokên koçber can dan

PeyamaKurd Li Efrîn û herêma Şehbayê, di encama 2 şewatan de, 4 zarokên koçber can dan.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 18/1/2022an agir bi koneke kampa Avrazê ya koçberan ket û di encama de du zarok (Întîsar Sincar a 5 salî û Lîn Sincar a 3) can dan û diya wan jî bi giranî birîndar bû.

Rêxistinê herwiha da zanîn, malbata Sincar ji xelkê bajarokê Mierit El-Numan a ser bi parêzgeha Idlibê ve ne û koçberî Efrînê bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan eşkere kir, li gundê Xernata ya li herêma Şehbayê bermîleke mazotê teqiya û di encamê de du zarok (Elî Welo ê 11 salî û Roza Welo a 12) bi giranî birîndar bûn û piştî ew veguhestin nexweşxaneyeka Helebê, ji ber giraniya birînên xwe her duyan can dan.

Herwşha rêxistinê destnîşan kir, malbata Welo ji gundê Omera ê herêma Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve di sala 2018an de, koçberî herêma Şehbayê bûye.