Koçberên ji Efrînê vedigerin warên xwe

28 January 2025 09:36 0 dîtin
Koçberên ji Efrînê vedigerin warên xwe

PeyamaKurd – Vegera welatiyên Efrînê yên ji warên xwe koçber bûne didome, şêniyên Efrînê vedigerin malên xwe.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên di bin kontrola wê de 18ê Adara 2018ê herêma Efrînê kontrol kiribûn.

Di encama êrîşên dijwar de bi sed hezaran neçar man koç bikin. Bi sed hezaran niştecihên Ereb li şûna welatiyên Efrînê yên koçber bi cih bûne.

Dema ku HTŞ di Kanûna 2024an de rejîma Beşar Esed hilweşand, hin şêniyên Efrînê yên ku berê li Şehba, Heleb û Reqayê bi cih bûbûn dest bi vegera malên xwe kirin.

Gundê Basûtê yê Efrînê yek ji gundên ku gelek koçber vegeriyan ser mal û milkên xwe.

173 malbat vegeriyan

Resûl Xelîl xelkê ku vî gundî ye gotiye, 30 malbatên niştecihan ji gund derketine. Resûl Xelîl ev agahî dan:

"Heta dawiya sala 2024an 75 malbat vegeriyane gundê Basûtê, 50 malbat Kurzele, 20 malbat Tirindê, 16 malbat li Basûfanê û 12 malbat vegeriyane gundê Ayndar."

Li gorî zanyariyên ji herêma Efrînê, rojane malbatên aware ji herêmê derdikevin.

Li gorî heman çavkaniyan, piraniya awareyên ku derketine ji gundewarê Şamê ne.