Hêzên Iraqê li gundewarên Zaxoyê bicih bûn: Gundî vedigerin
Jêderên herêmê ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê li gundê Perexê yê Zaxoyê ku berê li wê deverê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyeyê de şerên dijwar rû didan, xalên leşkerî danîne.
Gundiyên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera PKKê û Artêşa Tirkiyeyê de gundên xwe terikandibûn, didin zanîn ku piştî hatina hêzên artêşa Iraqê, dever hinekî aram bûye.
Yek ji wan gundiyan Mam Evdila Perexî ku vegeriyaye gundê xwe dibêje ku berê çar pênc caran mûşek û guleyên topan li nav zeviyên wan ketine û ji ber xeteriya canê xwe, wan ji gund bar kiriye.
Mam Gurgîn jî vegeriyaye gundê xwe û kêfxweşiya vegera xwe wiha tîne ziman:
“Spas ji xweda re ku niha gundê Perexê aram e. Ez dasa xwe datînim ser milê xwe û diçim nav zeviyên xwe. Niha tirs tune ye.”
Şêniyên deverê ku vegeriyane gundên xwe dan zanîn ku nobedarên sînor ên Iraqê li gundên nahiyeya Derkarê ya Zaxoyê 12 xalên leşkerî danîne û ji bo danîna çar xalên nû xebatan dikin.
Şênî diyar dikin ku xizmetguzarî kêm in, rêyên xera bûne bi temamî nehatine vekirin û elektrîk jî tenê du demjimêran heye, lê belê niha ji bo nûkirina rêyên gundan û dabîkirina xizmetan xebat hatine destpêkirin.
Birevebirê Nahiyeya Derkarê Cewher Mihemed jî diyar kir ku piştî arambûna herêmê wan dest bi kar û xebatên xwe kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin