Di encama teqîna tankêrê de 8 kes mirin

24 July 2023 22:03 0 dîtin
Di encama teqîna tankêrê de 8 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka yê bi navê Nîjeryayê di encama teqîna tankêrê de 8 kes mirin. Teqîn bi sedema ku hinek kes xwestin petrola di tankêrê de bidizin çêbû û dibe ev jimar derketibe heya 20 kesan.

Serokê Rêxistina Ewlehiya Netewî ya rê (FRSC) yê eyaleta Ondoyê Ezekiel Sonallah ragihand ku tankêra benzîn tê de bûye, di rê de qeza kiriye û hinek kes xwestine benzîna di tankêrê de bidizin.

Di encama teqînê de jî 8 kes mirine û bi sedema cesed zêde şewitîne nikaribûne nasnameyan tesbît bikin.