Di teqîna li Delhî ya Nû de 8 kes mirin

10 November 2025 21:29 0 dîtin
Di teqîna li Delhî ya Nû de 8 kes mirin

PeyamaKurd – Li Hindistanê li bajarê Delhî ya Nû bi sedemeka nehat zanîn, teqînekî çêbû û di encamê de 8 kes mirin û 11 kes birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Hindistanê; teqîn li Delhiyê li herêma Red Fortê qewimiye û teqîn ber destê êvarê bûye. Bi bandora teqînê alavên li der û dorê zerarê dîne, polîs devera bûyerê xistiye nav çemberê û hawarê dane bajêr.

Polîsê Delhiyê ragihand ku heya niha 8 kes mirine û gelek kes jî birîndar in. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.