Li Kamboçyayê di teqîna muhîmata leskerî de 20 lesker mirin

27 April 2024 17:44 0 dîtin
Li Kamboçyayê di teqîna muhîmata leskerî de 20 lesker mirin

PeyamaKurd – Li welatê Asyayê li Kamboçyayê li herêma Kampong Speu, di baregehekî leşkerî de muhîmmat teqiyan û di encamê de 20 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet, ji malbatên leşkeran yên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxiyê xwest û got ku wê hukumet tazmînatê bide malbatên leşkeran.

Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku ji bilî miriyan gelek kes birîndar jî bûn e. Lê sedema teqînê hêj nayê zanîn.