Wezîrê tirk li ser teqîna baregeha leskerî daxuyanî da

10 November 2018 11:09 0 dîtin
Wezîrê tirk li ser teqîna baregeha leskerî daxuyanî da

Peyamakurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Fermandeyê Hêzên Bejahî yê Tirkiyê Orgeneral Umît Dundar piştî teqîna baregeha leşkerî ya Sungî Tepe ya li navçeya Şemzînanê çûn serdana leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Di daxuyaniyên fermî ya Wezareta Berevaniyê li ser teqîna cebilxaneya Qereqola Ortoklar de hatibû ragihandin ku bûyer bi teqîneke qezayê rû daye û li gor zanyariyên dawî 26 leşker birîndar bûne û hejmarek leşker jî winda ne.

Wezîrê tirk Akar derengiya şevê dema serdana birîndaran ragihand ku heta derengiya şevê (00.02) jî li cihê bûyerê teqîn berdewam dikin û got, “Piştî xebatên edlî, îdarî û teknîkî dê mimkun be em sedema qezayê bizanin. Niha em tevdîrên ewlekariyê yên pêwîst werdigirin. Înşella dê birîndarên me baş bibin û em dê xwe bigihînin hevalên xwe yên winda.”

Wezareta Berevaniyê jî li ser bûyera teqîna baregeha leşkerî di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihandibû ku di encama qezayê de 25 leşker birîndar bûne û 7 jî winda ne û li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye doh 9ê Mijdarê piştî teqîna cebilxaneya baregeha leşkerî ya li Şemzînanê, dozgeriya Tirkiyê qedexeya belavkirina nûçeyên derbarê bûyerê de ragihandibû.