Serokê Komîteya Leskerî ya NATOyê li ser aloziya Derya Spî bi wezîrê tirk re civiya
PeyamaKurd - Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê piştî daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ên derbarê bi rêya danûstandina komîteyên leşkerî dîtina çareseriyekî bo aloziya Tirkiye û Yunanistanê li Rojhilatê Derya Spî serdana Enqereyê kir.
Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê Orgeneral Stuart Peach piştî çend hevdîtinên leşkerî bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar re, mijara danûstandinên komîteyên teknîkî û çareserkirina krîza Derya Spî gotûbêj kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hevdîtinê da xuyakirin, di hevdîtina aliyan de, pêşhatên dawiyê yên li Rojhilatê Derya Spî, hewlên çareseriyê yên Sekreterê NATO û mijarên din yên NATO hatine axaftin.
Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyê diyar kiriye ku ew dê ji berjiwendiyên xwe yên li Derya Spî venegerin, lê belê rêya dîyalogê jî di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqa navdewletî de bimeşînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin