Li Îranê 52 karker di teqîna kana komîrê de mirin: 3 rojan sîn hat ragihandin

22 September 2024 14:13 0 dîtin
Li Îranê 52 karker di teqîna kana komîrê de mirin: 3 rojan sîn hat ragihandin

PeyamaKurd – Şevê din li du blokên C û B yên kana komirê ya li bajarê Tebas ê başûrê eyaleta Xoresanê ji ber gaza metanê teqîn çêbûn ku di her du blokên kanê de bi dehan karker dixebitin.

 Hate ragihandin ku hejmara miriyan gihîştiye 52 karkeran û li Xoresanê 3 rojan şîn hatiye ragihandin.

Hate zanîn, di beşa Byê de 30 karker mirine û di beşa C de jî ku xebatên rizgarkirinê hatibûn destpêkirin, 22 karker hemû ji ber gaza metanê can dane û hejmar gihîştiye 52 kesan.

Parêzgariya Xoresan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 rojan şîn hatiye ragihandin û sersaxî bo malbatan hate xwestin.

Kana komirê ya Tebas a li Xoresanê ji sedî 76ê komira Îranê dabîn dike.