Di encama teqîna mayinekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

24 November 2020 10:30 0 dîtin
Di encama teqîna mayinekê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li gundê Nawende yê girêdayî naççeya Çomanê ya Hewlêrê, di encama teqîna mayinekê de, welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor Dezgeha Giştî ya Karûbarên Mayînan diyar kir, welatiyê bi navê Nesrullah Resûl yê ji gundê Nawende yê ser bi navçeya Çomanê, piştî windabûnê li çiyayê Helgurt pêl mayinekê dike û jiyana xwe ji dest dide..

Herwiha zanyarî didin zanîn, Nesrullah Resûl bavê 3 zarokan e û do sibehê bi tena serê xwe çûye ser çiyayê Helgurd û li wê derê mayinek bi wî de teqiyaye.