Di xwepêsandana mezin a Duhokê de 7 daxwaz ji Iraqê û saziyên navdewletî hatin kirin…

05 September 2023 17:25 0 dîtin
Di xwepêsandana mezin a Duhokê de 7 daxwaz ji Iraqê û saziyên navdewletî hatin kirin…

PeyamaKurd – Îro 5ê Îlonê li parêzgeha Duhokê li dijî biryarên hikûmeta Iraqê û şehîdkirina 4 Kurdan li Kerkûkê xwepêşandeke berfireh hate lidarxistin û tê de, 7 daxwazên li ser mafên gelê Kurdistanê ji Iraqê û saziyên navdewletî hatin kirin.

Bi hezaran welatiyên Duhokê li dijî biryarên hikûmeta Iraqê û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ku di yasaya bûdçeya giştî ya sala 2023 û 2024an de hatiye diyarkirin û li dijî şehîdkirina Kurdan li Kerkûkê û sivikatiyên li hember Ala Kurdistanê xwepêşandan kirin.

Herwiha yadaştnameyeke nerazîbûnê û daxwazên rewa bo saziyên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate pêşkeş kirin. Hate xwestin, kar ji bo neçarkirina desthilatên Bexdayê bikin da ku pabendî bicihkirina destûrê bin û xwe ji rêkeftinên ligel Hewlêrê jî dûr nexin.

Daxwaza xwepêşanderên Duhokê wiha ne:

1- Pabendbûna bi rêkeftinên ligel Hewlêrê

2- Şandina budçe û mûçeyan li gorî destûrê

3- Bicihkirina madeya 140 ya destûra Iraqê ya bo Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî

4- Parastina pêkvejiyana aştiyane

5- Cudakirina yasayê ji nakokî û berjewendiyên siyasî

6- Nabe nakokî rê li ber şandina mafên darayî bigirin

7- Cezakirina kujerên şehîdên Kerkûkê