Dibe Çekya balafirên L-159 bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokê dewleta Çekyayê Petr Pavel ragihand ku ew weka dewlet dikarin bifikirin ku balafirên L-159 bidin Ûkraynayê. Petr Pavel ji bo radyoya dewletê hevpeyvîna ku kir de, li ser Ûkraynayê ragihandina xwe kir. Pavel di ragihandina xwe de got:
“Belkî dibe em di mijara çekdarkirina ji nûh de, di nav hinek fikr û pertspektîfan de, em karibin bifikirin ku jetên xwe bidin an nedin. Jetên me dikarin raste rast ji bo desteka hewayî ji bo êrîşên ji hember de werin, dikarin bibin alîkarê Ûkraynayê.
Ji bo Ûkrayna ji bo asteke şer xwe amade bike, pêdiviya wê bi hêza hewayî heye, welatên Rohavayî heya niha ji bo balafirên modern bidin Ûkraynayê dilxwaz nebûbe, ji ber amadekariya wan wextekî zêde dixwaze, sîstemên wan yên taybet hene û Rojavayî ditirisin ku sîstem bikevin destê Rûsyayê. Lê hevdîtin dewam dikin.
Em dikarin ji welatên din jî cepilxane bidin Ûkraynayê û niha 2 sîstemên KUB yên bergiriya balafirsawaran di asta teslîmkirinê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin