Dibe konsulxneya Amerîkayê heya dawiya gulanê here Kîevê
PeyamaKurd – Meslehtguzara Amerîkayê ya Ûkraynayê Kristina Kvien ragihand ku eger şert û merc dest bidin, wê heya dawiya gulanê konsulxaneya xwe bibin Kîevê. Konsulxaneya Amerîkayê ya berê ya li Kîevê, berya êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê, biribûn bajarê Lvîvê ku dikeve ser sînorê Polonyayê.
Maslahatguzara Amerîkayê ya li Ûkraynayê Kristina Kvien li Lvîvê civîna çapemeniyê lidarxist û di mijara birina konsulxaneyê ya ji bo Kîevê weha got:
“Ez hêvî dikim ku şert baş bibinû heya dawiya meha gulanê em herin Kîevê. Wê temamê xebatkarên konsulxaneyê bi yek carê necin. Li Kîevê konsulxaneyeka me ya mezin heye. Herkesê ku di grûba yekem de ye gelek bi dile ku here.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin