Sirnex heya dawiya salê dibe xwedî xazê
PeyamaKurd- Bajarê Şirnexê heya dawiya sala 2018an de, wê bibe xwediyê xaza xwezayî. Xeta xazê 152 km ye û 132 km yê xetê temam bûye. Sedema derengmayîna xetê ew e ku arazî gelek çiyaye û xebata wê zahmet e.
Xeta xazê ji Nusêbînê bo Şirnexê destpêdike û heya Şirnexê diçe. Wekîlê şaredarê Şirnexê Turan Bedirhanoğlu ragihand ku dê îsal xet xazê biqede.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin