Dibistana UNRWA ya koçberan hat bombebaran kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê dibistana UNRWA ya koçberan a li bakurê Xezayê bombebaran kir.
Medya Filistînê ragihandiye ku di encama bombebarankirina dibistanê ku koçber lê dimînin de qurbanî çêbûne.
Nivîsgeha Ragihandinê ya hikumeta Xezayê doh jî ragihandibû, Îsraîlê dibistaneke din a UNRWAyê li Nuseyrat kiriye hedef û di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest daye û 74 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin