Dijeterora Kurdistanê tohmetbarekî teqîna Bexdayê desteser kir

25 July 2021 20:31 0 dîtin
Dijeterora Kurdistanê tohmetbarekî teqîna Bexdayê desteser kir

PeyamaKurd - Dijîterora Kurdistanê ragihand ku hêzên wan li kampa Hesen Şam ya Hewlêrê kesek girtine ku pêwendiya wî bi teqîna çend roj berê devera Sedir ya Bexdayê hebûye.

Rêveberiya dezgeha Dijîterora Kurdistanê ragihand, “Roja 19ê vê mehê di teqîneke xwekujî de li nav bazara devera Sedir ya Bexdayê bi dehan kes bûn qurbanî. Wê çaxê dezgehên ewlehiyê yên Iraqê daxwaza alîkariyê ji hikûmeta Kurdistanê kiribûn ji bo girtina kesên ku destê wan di wê teqînê de hebûye. Ji ber wê jî navê tohmetbarekî dabûn hikûmetê ku pêwendiya wî bi teqînê re hebû.”

Dijîterora Kurdistanê da zanîn, piştî lêkolîn û lêpirsînên hûr kesê ku hatibû xwestin, li nav kampa Hesen ya koçberên Iraqî de hat girtin. Ew kesê ku hatiye girtin, navê wî H.Y.I.H û xelkê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê ye û dê teslîmî hikûmeta Iraqê bê kirin.