Dîmenên Bendava Ilisuyê yên ku bi peykê hatine kisandin hatin parvekirin
PeyamaKurd - Koordînasyona Heskîfê bangewaziyek ji bo Gola Bendava Germavê kir ku êdî av xwe lê digire. Koordînasyonê got, “Tiştê ku niha derketiye holê wê nêrînê xurt dike ku devikên gola bajarê ne ji bo ceribandinê ango bi armanceke mayînde hatin girtin. Em bi hev re ji bo Heskîf û Newala Dîcleyê têbikoşin, Em vê têkoşînê û projeyên din ên wêrankirinê bînin cem hev û hevgirtinekê ava bikim.”
Su tutma aşamasına geçen Ilısu Barajı Göleti Milyonlarca canlıyı ve Hasankeyf’i tehdit ediyor! pic.twitter.com/z8sbnhDnx2
— Hasankeyf Koordinasyonu (@HasankeyfKoord) August 1, 2019
Koordînasyonê dîmenên Heskîfê yên 19, 24 û 29ê Tîrmehê ji peykê hatine girtin, par ve kir û daxuyaniyek weşand: “Hîna Nirxandina Bandora Derdorê ya Bendava Germavê û Santrala Hîdroelektrîk nehatiye kirin û pispor û akademîsyenên serbixwe li Newala Dîcleyê lêkolînek pêk neaniye. Ev jî bûye sedema wî tiştî ku em nizanin bê gol bandoreke çawa li ser cûreyan dike. Di lêkolînên hindik de derketiye holê ku li newalê cinsên endemîk û zindîwerên di bin xetereya tunebûnê de ne hene. Dema em ji vir de li mijarê dinêrin, gola ku heta nila li Germavê derketiye holê binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî(NY) ye ku Tirkiyeyê jî ev peyman îmze kiriye.
#HasankeyfİçinGeçDeğil
— Hasankeyf'i Yașatma Girişimi (@hasankeyfdicle) August 1, 2019
Bugün parçası olduğumuz Hasankeyf Koordinasyonu'nun yaptığı basın açıklamasına ait resimleri bu tweete elkliyoruz. Açıklamanın kendisine burdan da ulaşabilirsiniz:https://t.co/uEolb7W8xr pic.twitter.com/oOWY1GkbMN
Ilısu Barajı'nda suyun tutulmasını gösteren karşılaştırmalı iki resim. Suyun tutulmaya başlandığı 19.07.2019'dan 24.07.2019 tarihine kadar çekilen uydu görüntüleri başlayan yıkımı gösteriyor. Buna göre en az 20 km boyunca Dicle Nehri göle çevrilmiştir.#HasankeyfİçinGeçDeğil pic.twitter.com/zurOldAQkX
— Hasankeyf'i Yașatma Girişimi (@hasankeyfdicle) July 29, 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin