WÊNE | Bendava Ilisuyê her ku diçe Heskîfê dadiqurtîne

25 February 2020 11:12 0 dîtin
WÊNE | Bendava Ilisuyê her ku diçe Heskîfê dadiqurtîne

PeyamaKurd - Ava Bendava Ilisûyê ya ku dê bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de bihêle, gihişt navenda Heskîfê. Pir, kolan û malên Heskîfê û derdora Heskîfê hêdî hêdî di bin avê dimînin. Welatî beriya Heksîf di bin avê de bimîne ji nêzîk ve li Heskîfê dinerin.

Xatirxwestina ji Heskîfê!
Wêne: Hasan Acan

Herî dawî pira nû û kevin hema beje bi tevahî di bin avê de man û êdî çûn û hatine bajêr bi tevahî hat qedexekirin. Tê payîn ku heya çend rojan pir bi tevahî di bin avê de bimîne.


Xortek ji ber bilindbûna avê kelogirî dibe.
Wêne: M. Masum Suer

Hêjayî gotinê ye ku, dîroka Heskîfê digihîje beriya niha bi 12 hezar sedsalan û heya niha bermayiyên dîrokî yên wekî Mizgefta Zeynel Beg, Hemama Osmanî, Merqeda Îmam Evdila û Mizgefta Er Rizqê bo Heskîfa Nû hatine veguhestin lê wê gelek şûn û warên din ên dîrokî di bin bendavê de bimînin.

Heya çend rojan dê pira kevin û nû bi tevahî wê di bin avê de bimînin.
Wêne: Sertaç Kayar