Ava Bendava Ilisûyê gihist ber Heskîfê

26 December 2019 13:34 0 dîtin
Ava Bendava Ilisûyê gihist ber Heskîfê

PeyamaKurd - Ava Bendava Ilisûyê ya ku dê bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de bihêle nêzîkî Heskîfê bûye û 3 kîlometre maye ku bigihîje navenda Heskîfê bibe. 

Piştî ku deriyên Bendava Ilisûyê hatin girtin pengara avê da ser 199 cih û warên xelkê yên Mêrdîn, Sêrt û Elihê. Heta niha gelek cih di bin avê de man. Ava bendavê ber bi geliyê Dîcle û Botanê ve pengar dide hemû şûnwar, cih û xweşikiya xwezayê dadiqûrtîne.

Pengara ava bendavê nêzî bajarê dîrokî Heskîfê bûye. Her roja ku diçe ava bendavê xwe digihîne navenda Heskîfê. Tê payîn ku ava bendavê heta serê salê bigihîje ber keleha Heskîfê ku bi betonê hatiye talankirin. Li gorî texmînan 3 kîlometre maye ku av bigihîje Heskîfê û vî bajarî dîrokî di bin de were hiştin. 

Tê çaverêkirin ku dê ava bendavê heta 40 kîlometreyî dirêj bibe û bi giştî wê 10,5 milyar metreçarçik av komkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku, dîroka Heskîfê digihîje beriya niha bi 12 hezar sedsalan û heya niha bermayiyên dîrokî yên wekî Mizgefta Zeynel Beg, Hemama Osmanî, Merqeda Îmam Evdila û Mizgefta Er Rizqê bo Heskîfa Nû hatine veguhestin lê wê gelek şûn û warên din ên dîrokî di bin bendavê de bimînin.