Ji Iraqê hisyariya bendava Ilisu ya Heskîfê: Felaket e!

25 May 2020 00:11 0 dîtin
Ji Iraqê hisyariya bendava Ilisu ya Heskîfê: Felaket e!

PeyamaKurd – Komisyona Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê li ser bendava Ilisuyê ku li ser Heskîfa qedîm hatiya avakirin hişyarî da rêveberiya Bexdayê ku bi sedema pêşîgirtina avê xeteriyeke mezin li ser Iraqê çêdibe.

Di daxuyaniya Serokê Komisyona Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê Elî el Bîderî de tê diyarkirin, avêtina vê gava Tirkiyê ya girtina pêşiya ava çemê Dicleyê ‘Felaket’ e û tê gotin: “Tirkiyê demên berê rê li ber avê girtiye ku ev dê li ser para avê ya Iraqê bandoreke nerênî bike. Divê hikûmet û Wezareta Iraqê bikev nav hewldanên navdewletî û bi Tirkiyê re li ser para xwe ya avê li hev bike.”

Bîderî destnîşan kir ku ava Dicleyê ya diherike pir kêm bûye û êv ê bibe sedema felaketê bo Iraqê.