NASAyê ji fezayê wêneyê binavkirina Heskîfê girt: Bedelê vê heye!

18 March 2020 19:55 0 dîtin
NASAyê ji fezayê wêneyê binavkirina Heskîfê girt: Bedelê vê heye!

PeyamaKurd - NASA ji fezayê wêneyê Bendava Ilisû ya ku bajarê Heskîfê tevî dîroka xwe ye qedîm binav kiriye hilweşand û got, “Wê bedelekî vê hebe.” 

Ajansa Fezayê ya Amerîkayê NASA, wêneyê peykê yê navçeya dîrokî Heskîfê ku di bin ava Bendava Ilisûyê de hatiye hiştin girt û belav kir.

Li ser wêne jî nivîseke wiha hatiye nivîsîn:

“Wê bedelekî vê hebe. Wê hemû Heskîf di bin avê de bimîne. Wê ji ber bendavê ava Sûriyê û Iraqê jî kêm bibe. Wê keleha Heskîfê ku berê ji aliyê Romayan, Mogolan û Tirkên Selçûklûyê ve hatiye dagirkirin di bin avê de bimîne. Bi hezaran şikeft jî wê di bin avê de bimînin.”