NASAyê wêneyê herî kûr û zelal ê berî 13 milyar salên roniyê belav kir

12 July 2022 16:54 0 dîtin
NASAyê wêneyê herî kûr û zelal ê berî 13 milyar salên roniyê belav kir

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîka NASAyê cara yekem wêneyê herî kûr û zelal ê rengîn yê gerdûnê ku ji aliyê teleskopa James Webb ve hatiye girtin, belav kir.

NASAyê ew wêne bi amadebûna Serokê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Haris belav kir ku di yekem wêneyê Teleskopa James Web de, bi hezaran stêrik û gerestrêk diyar dibin.

Rêvebirê Ajansa NASA, Bill Nelson da zanîn ku ev wêne yê berî 13 milyar salên ronahiyê ye.

Bill Nelson diyar kiriye ku ev teleskop gelekî hûr e, ew dê bi rêya wê bizanin hesareya ku ew lê dinêrin, jiyan li ser dibe yan na û ew dê bikarin bersiva hinek pirsan werbigirin ku berî niha ti bersivek ji wan re nebûye.

Rêvebirê NASAyê Bill Nelson dibêje: “Hûn dizanin 100 sal berê me bawer dikir ku tenê galaksiyek heye, niha em dizanin ku bêhejmar galaksî û roj hene.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî belavkirina wêneyê teleskopa James Webb a ji gerdûnê weke “bûyereke dîrokî” bi nav kir û got: “Ev wêne dê nîşanî hemû cîhanê bidin ku Amerîka dikare karên mezin bike û bi taybetî jî dê bîne bîra zarokên Amerîkî ku tiştek ji karîna me wêdetir nîne.”