Wêneyê kêliyên dawî yên berî îdamkirina Sedam Husên derket holê!

28 June 2023 20:41 0 dîtin
Wêneyê kêliyên dawî yên berî îdamkirina Sedam Husên derket holê!

PeyamaKurd – Wêneyê beriya îdamkirina serokê Iraqê yê berê û dîktatorê jikarxistî Sedam Husên  derkete holê.

Rejîma Sedam Husên sala 2003yan bi operasyona leşkerî ya Amerîka Brîtanyayê hatibû hilweşandin û dawî li deshilata Sedam Husên hatibû. Husên piştre hatibû desteserkirin û ji aliyê dadgeha Iraqê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Wêneyekî Sedam Husên ê beriya îdamkirinê bi demekê yê roja 30yê Kanûna 2006an derket holê ku ew wêne dema xwendina biryara dadgehê hatiye tomarkirin.

Wêne li avahiyeke leşkerî hatiye tomarkirin

Di wêne de Serokê Dadgeha Temyîzê ya Iraqê Munîr Hedad li pêşberî Sedam Husên ê ku destê wî kelepçekirî û Quran girtiye xuya dikin.

Hedad li ser wêne gotiye, “Ev wêne 30yê Kanûna 2006an li avahiya leşkeî ya herêma Kazimiye ya Bexdayê hatiye tomarkirin, dema ku biryara dadgeha temyîzê di rûyê Sedam Husên de dihate xwendin.”