Dimitriy Peskov: “Ez pirsa ku Esad hatiye Moskovayê an nehatiye, bê bersiv dihêlim”
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Şamê li Beşar Esad derbe çêbûye û bi malbata xwe ve reviyaye Moskovayê. Li Şamê li dora avahiya serokerkaniya Sûriyê û avahiyên hukumetê şer heye û mirov dest bi terka bajêr kirine. Televîzyona dewletê ya Sûriyê weşana xwe biriye.
Niha li Sûriyê piraniya bajarê Helebê, balafirgeh, bajarê Idlibê ketiye destê HTŞê û grûbên hevkarên wê. Şer, ber bi bajarê Hama ve diçe. Rejîma Sûriyê nikaribû ber li wan bigre û hêzên xwe paşde kişand. Li ser mijara ku Esad çûye Moskovayê, berdevkê Kremlînê Peskov got:
“Ez hatina serokê Sûriye ya Moskovayê bê bersiv dihêlim. Di mijarê de daxwuyaniya min tine. Lê bûyerên li Helebê, em wekî êrîşên li ser axa Sûriyê û desthilata wê dibînin. Bendeya me ewe ku hêzên Sûriyê li herêmê kontrolê bixe destê xwe û nîzama destûrê bicîh bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin