Berpirsa Amerîkî: Dibe ku êdî bi Tirkiyê re dema çareserkirina pirsgirêka S-400 û F-35an hatiye
PeyamaKurd – Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman ku di çarçoveya krîza Ûkraynayê de li Tirkiyê hevdîtinan dike, pesnê Tirkiyê yê di nav NATOyê de da û li ser çareserkirina kêşeya S-400ên rûsî û mijara balafirên F-35 jî daxuyanî dan.
Sherman bal kişand ser rola Tirkiyê di şerê Ûkraynayê de û got ku wê Tirkiye peymana Montro ya Kendavan bicih werîne û ti kes naxwaze kendavên Stenbol û Çanakkaleyê bibin parçeyekî vî şerî.
Herwiha Sherman di hevpeyvîna ligel televizyona Haberturkê de li ser mijara S-400an, kirîna F-16 û F-35an got ku dibe êdî dema wê hatiye em vê kêşeyê bi awayekî çareser bikin û li gorî şertan bi hemkarên xwe re hevdîtinana dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin