Berpirsa Amerîkî di yekem serdana Tirkiyê de rewsa mafê mirovan û demokrasiyê anî rojevê
PeyamaKurd – Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Wendy Sherman, di yekem serdana Tirkiyê ya rêveberiya Joe Biden de, bal kişand ser pirsên mafên mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasiyê.
Wendy Sherman îro 28ê Gulanê li Enqerê ji bilî hevdîtinên bi sazî û rêxistinên sivîl re, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal re civiya.
Sherman li hesabê xwe yê Twitterê derbarê hevdîtina ligel Sedat Onal de diyar kir ku wan li ser mijarên Afganistan, Sûriye û pirsên din ên herêmê hevdîtin pêk anîye û girîngiya mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê nîqaş kiriye.
Sedat Onal jî li ser hevdîtinê gotiye ku wan pêwendiya stratejîk a Amerîka-Tirkiyê teyît kiriye.
Rayedara Amerîkî beriya wê hevdîtinê jî bi nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên Tirkiyê re civiya û bi maska dabû ber xwe nîgeraniya xwe ya bo vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya li hemberî tundiya dijî jinan anî ziman.
Turkey’s sudden withdrawal from the Istanbul Convention was deeply disappointing. With gender-based violence on the rise globally, it is more important than ever for all of us to support the rights of women worldwide. pic.twitter.com/Yfux6P1Gcg
— Wendy R. Sherman (@DeputySecState) May 28, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin