Dîrok hat dayîn! Yekîtiya Ewropayê bi Ukrayna û Moldovayê re dest bi danûstandinan dike
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku danûstandinên endamtiyê yên bi Ukrayna û Moldovayê re wê di 25ê Hezîranê de destpê bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Belçîkaya serokê niha yê Konseya YEyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di civîna li ser asta balyozên welatên endam de biryara destpêkirina muzakereyên endamtiya Ukrayna û Moldovayê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê di 25ê Hezîranê de yekemîn konferansên navbera hikumetê bên lidarxistin.
Konferansa nav-hikûmetî qonaxa yekem a fermî ya danûstandinên endametiya welatê namzedê Yekîtiya Ewropî tê hesibandin. Pêvajoya endametiyê bi salan digire.
Hate hînbûn ku konferans wê li Luksembûrgê di civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ya di 25ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin