Dîroka vegerandina meytên qurbaniyên di rêya Ewropayê de xeniqîbûn eskere bû

28 January 2022 12:04 0 dîtin
Dîroka vegerandina meytên qurbaniyên di rêya Ewropayê de xeniqîbûn eskere bû

PeyamaKurd Çavkaniyeke ji Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir; roja Şemiyê 29/1/2022yan meytên hejmarek qurbaniyan digihin Hewlêrê, ku di rêya ber bi Ewropayê de di deryayê de xeniqîbûn, du roj piştî Şemiyê jî hejmarek din ên qurbaniyan têne vegerandin.

Li gor çavkaniyê, roja 29/1/2022yan meytên van qurbaniyan digihin Hewlêrê:

Rêzan Ebdurehman Uzêr

Sumeya Casim Berwarî

Bîlal Casim Berwarî

Rebîe Ebdurehman Hemereşîd

Roja duşemê 31/1/2022yan jî meytên 5 qurbaniyên din bo Kurdistanê tên vegerandin:

Raz Karwan Xefûr Şorîceyî

Aştî Cibraîl Ehmed Talebanî

Ezîme Osman Mihemed

Ejîn Awdêr Resûl

Anya Awdêr Resûl