Saleyî: Meytên qurbaniyên di nav avê de xeniqîbûn çend rojên din tên vegerandin

22 January 2022 12:30 0 dîtin
Saleyî: Meytên qurbaniyên di nav avê de xeniqîbûn çend rojên din tên vegerandin

PeyamaKurd Şêwirmendê li Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî diyar kir; li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, meytên qurbaniyên di nav avê de xeniqîbûn, di çend rojên bê de li Kurdistanê tên vegerandin.

Helgurd Saleyî eşkere kiriye: “Roja Înê 21ê Çileya 2022yan, şandeke Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve, li Atînayê serdana Wezareta Karûbarên Penaber û Koçberan a Yûnanistanê kir û di civînê de mijara lipeyçûn û dîtina çarenûsa qurbaniyên bazirganîkirina bi mirovan hat gotûbêjkirin.”

Saleyî herwiha destnîşan kiriye, di civînê de qala rêkarên vegerandina termên qurbaniyan hat kirin, ku li ser fermana Serokwezîr biryar e di çend rojên bê de 9 meytên ku hatine nasîn, vegerînin Herêma Kurdistanê.