Diteqîna bombeyî de har dû çîmên wî jê bûn
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li taxa Şêxanê, bombe xistin bin otomobîla nûnerê Cepha Turkmen ya Iraqê yê bi navê Necmeddîn Welî Abdullah. Di encama teqînê de her dû çîmên Necmeddîn Welî Abdullah jêbûn.
Berdevkê Cepha Turkmenan yê Iraqê Muhammed Seman ji bo K24 ê ragihandiye ku bombeya xistine bin ereba wî teqiyaye û di teqînê de her dû çîmên nûnerê wan Necmeddîn Welî Abdullah jêbûne.
Saman her weha ragihandiye ku berê PKK ê nameyên tehdîdê ji Necmeddîn Welî Abdullah re şandiye û di babetê de agahî dane wezareta karên hundir ya Iraqê ku nûnerê wan di bin tehdîdê ye.
Polîsê Silêmaniyê çûye ciyê bûyerê lêkolînan kiriye û ereba perçekirî ji ciyê bûyerê rakirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin