Diyarbekir | Apê Narîn a winda hate girtin, lê hîn ti agahî ji keçikê nîne

02 September 2024 18:11 0 dîtin
Diyarbekir | Apê Narîn a winda hate girtin, lê hîn ti agahî ji keçikê nîne

PeyamaKurd - Apê keçika 8 salî Narîn Guran a ji 21ê Tebaxê ve winda ye, hate girtin. Apê Narîn Guran, Salim Guran ku wek gumanbar du roj berê hatibû binçavkirin, îro 2yê Îlonê piştî îfadeya dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hate dayîn.

Apê Narînê, di hemû îfadeyên xwe de red kiriye ku agahiya wî ji windabûna wê hebe. Ew piştî dîtina mînakên DNAyê yên li ser qoltixê otomobîla wî hatibû binçavkirin.

Piştî îfade û lêpirsînên Cendirmeyan Salim Guran îro pêşî li dozgeriyê îfade da û paşê jî sewqî dadgehê hate kirin. Li gorî zanyariyan, Salim Guran hemû tawanbarî red kirine, lê belê bi hinceta 'kuştina qestî û revandinê' biryara girtina wî hate dayîn.

Li pey girtina apê Narînê hate zanîn ku li maleke din a gundê Tavşantepe yê navçeya Rezan a Diyarbekirê lêgerîn dest pê kiriye. 

Li ser girtina Salim Guran, pirsên derbarê windabûna Narînê de zêdetir bûne ku tevî hemû hewlên lêgerîn û lêpirsînan jî hîn ti agahiyek jê nîne û ev bû 14 roj in çarenivîsa wê nayê zanîn.