Termê Narîn a winda di nav tûrekî kevir tê de hate dîtin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku termê keçika 8 salî Narîn Guran a li gundekî navçeya Rezan a Diyarbekirê ji 21ê Tebaxê ve winda bû, hate dîtin.
Termê Narîn Guran piştî 19 rojan di nav ava rûbara gund de hate dîtin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser dîtina termê Narîn Guranê daxuyanî da û got: “Mixabin tîmên me yên Cendirmeyan termê keça me Narîn a li taxa Tavşantepe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê winda bûbû, dîtin. Rehma xwedê li keça me Narîn be. Cihê wê bihuşt be. Serê me sax e.”
Li aliyê din hate zanîn ku termê Narînê di nav tûrekî kevir tê de bû û avêtin nav rûbara aveke nêzîkî gund hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin