Li çemê Hezil ê Sirnexê termê keça winda hat dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du roj berê li navçeya Qileban a Şirnexê keçek winda bûbû û malbatê ji bo dîtina wê hêzên ewlekariyê agahdar kiribûn.
Piştî xebatên tîmên cendermeyan ku du roj in dewam dikin, termê keça bi navê Firdews Babat a 17 salî di nav çemê Hezilê de hat dîtin û bo nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê hat şandin.
Hat zanîn ku li ser bûyerê kesek bi gumana kuştina wê keçê hatiye binçavkirin û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin