Termê keça Kurd Morîna Heyderî ya di kestiya noqbûyî de bû hat dîtin
PeyamaKurd – Termê keça Kurd a ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Morîna Heyderî ku di keştiye penaberan a 22yê Tîrmehê li girava Girîtê noq bûye de bû, hat dîtin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê belav kiriye ku keça Kurd Morîna Heyderî ya ji Kirmaşanê jî di nav penaberên keştiye li girava Girîtê noq bûye de bû û piştî lêgerînan termê wê hatiye dîtin.
Keştiya penaberan a 45 kes tê de bûn û piraniya wan jî Kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bûn, roja 22yê Tîrmehê li peravên navbera Yunanistan û Tirkiyê li dorûbera girava Girîtê noqî avê bûbû.
Ji penaberên di nav keştiyê de, 37 kes hatibûn rizgarkirin û 8 kes jî winda bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin