Li Sirnexê termê ciwanekî ku hatiye îskencekirin û dardekirin hate dîtin

09 July 2023 10:22 0 dîtin
Li Sirnexê termê ciwanekî ku hatiye îskencekirin û dardekirin hate dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Qilaban a Şirnex a Bakurê Kurdistanê termê ciwanekî 30 salî yê ku bi darê ve hatiye daliqandin û îşkence lê hatiye kirin hate dîtin.

Li gorî zanyariyan, duh 8ê Tîrmehê danê êvarê li gundê Kolikê yê navçeya Qilabanê termê ciwanê bi navê Bedirhan Kîlîm ê 30 salî yê bi darê ve hatiye daliqandin û îşkence lê hatiye kirin, hatiye dîtin.

Hat diyarkirin, di encama lêkolîna destpêkê de hatiye tespîtkirin ku cenaze yê şofêrê barhilgirê Bedirxan Kîlîm e û li ser laşê wî de şopa kêran û îşkenceyê hebûye.

Cenazeyê Bedirxan Kîlîm ji bo otopsiyê rakirine morga nexweşxaneya Şirnexê û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.