Rojhilat | Li Sine termê xortekî Kurd ku bi îskencê hatiye kustin hat dîtin

08 December 2019 15:07 0 dîtin
Rojhilat | Li Sine termê xortekî Kurd ku bi îskencê hatiye kustin hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê cenazeyê xortekî Kurd ku îşkence lê hatibû kirin hat dîtin.

Li gorî ragihandina rêxistina mafên mirovan Hengawê xortê bi navê Kawe Weysî piştî ku di xwepêşandanan de hatiye binçavkarin, ji aliyê hêzên emnî ve bi îşkenceyê hatiye kuştin û cenazeyê wî jî bo erdeke vala hatiye avêtin.

Li gorî Hengawê heta niha 85 Kurd di xwepêşandanên vê dawiyê de ji aliyê hêzên îranî ve hatine kuştin.