Heyva Sor: 28 termên din ji çemê Dicle derxistin
PeyamaKurd – Heyva Sor a Iraqê ragihand ku di encama lêgerînên du hefteyên dawî de, 28 termên din ên karesata noqbûna belema li Mûsilê hatine derxistin.
Di bûyera noqbûna belemê de ku 21ê Adarê rû dabû bêhtirî 100 kesan can dabû û lê lêgerîna termên noqû çemê Dicleyê bûne jî hîn berdewam dike.
Heyv Sor a Iraqê ragihand ku bi 6 tîmên rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin û herî dawî doh 11ê Nîsanê termê zarokekî 10 salî ji avê hatiye derxistin.
Li gor amarên Heyva Sor a Iraqê di nav du hefteyên dawî de 28 term ji nav avê hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin