Li Batmanê di çemê Dicleyê de cenazeyê kesekî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, di nav çemê Dicleyê de, cenazeyê zilamekî xeniqî bû hat dîtin.
Hat diyarkirin ku cenaze li nêzî Pira Kantarê yaa li ser Çemê Dîcle ku 20 kîlometre dûrî navenda Batmanê ye hatiye dîtin û tîmên Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê (AFAD) ew ji nav çem derxistine.
Li gorî zaniyariyan kesê termê wî ji nav çem hatiye derxistin, Bedrî Oguz ê 46 salî ye û ji gundê Xirro yê navçeya Kercewsê ye ku mi gordî îdiayan 3 roj berê wî dawî li jiyana xwe aniye.
Cenaze ji bo otopsiyê bo nexweşxaneya Batmanê ya Perwerde û Lêkolînê hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin