Kesekî ji ser zinar semitî û di Çemê Mûradê de fetisî

09 September 2023 20:52 0 dîtin
Kesekî ji ser zinar semitî û di Çemê Mûradê de fetisî

PeyamaKurd – Li gundê Eralan a girêdayê navça bajarê Mûş a bi ser bakûrê Kurdistanê ve, xostekî bi navê Abdulkadir Süzme (25) ket nav ava Çemê Mûradê û di encamê de fetisî.

Süzme, li ber çamê Mûradê xwest ku masiyan bigre û ji ser zinar lingê wî şemitî û ket nav avê. Bi bandora bûyerê, hevalên wî nikaribûn xeberê bidin kesî lê ajotvanê trênê dema di rêya xwe de diçû, li ser avê cenaze dît û bi cîhazê xeberê da istasyona trênê.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, cendrime û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tevî hewla tîmên tenduristiyê, Süzme li wê derê can da. Xebatkarê îstasyona trênê Yadigar Yılmaz piştî makînîstê trênê bi cihaz wan agahdar dike, ew jî diçe ciyê bûyerê û weha got:

“Piştî trên hereket kir, şefê me gazî min kir û got ku ajotvan li ser avê cesedekî dîtiye. Ez jî li keçmama xwe û kurmamê xwe geriyam. Dema em gihan ciyê bûyerê her 3 xort ketibûn şoqê û diqêriyan. Dema min pirsî gotin ku kurmamê wan fetisiye. Ji min re ciyê ketiye avê gotin. Ciyê av tê de diherikî min kontrol kir û bi jêr de çûm. Min dît ku navmila wî di nava 2 keviran de asê maye.

Min xeberê da 112an û têmên cendirmeyan, AFAD û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.