Diyarbekir | Sêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn û cara yekem Ebayê wî hat pêsandan
PeyamaKurd - Pêşengê serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di 97emîn salvegera darvekirina wan de, li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ku lê hatibûn darvekirin ango li meydana Deriyê Çiyê, hatin bibîranîn.
Cemîyeta Mustazafan a Diyarbekirê, bi daxuyaniyeke girseyî Şêx Seîd û hevdozên wî bibîr anî û banga eşkerekirina cihê gorên wan kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Huseyin Yilmaz hat xwendin di, hat xwestin ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî werin tespîtkirin û ji bo gelê Kurd û Misilman bikarin fatîheyê li ser rûhê wan bixwînin bo wan tirb û mizgeft bê çêkirin.
Bernameyeke din a salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî de jî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Diyarbekirê birêve çû û panelek hat sazkirin.
Di panelê de malbata Şêx Seîd Efendî, cara yekemîn ebayê Şêx Seîd pêşan da û neviyê Şêx Seîd Mihemed Qasim Firat got: “Ev 100 sal in ew vî ebayî dihilînin û ev eba ji wan re êmaneteke pîroz e.”
Hêjayî gotinê ye, ji bo ku cihên gora pêşengê Serhildana 1925an Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin li Dadgeha Îdareyê ya 5emîn ya Enqereyê doz hatibû vekirin û dadgehê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxwaza belge û agahiyan û parastinê kiribû.
Wezaretê jî di bersiva xwe ya bo dadgehê de gotiye, ew ne alîyekî vê dozê ne û daxwaza betalkirina dozê kiriye ku Baroya Diyarbekirê û malbata Şêx Seîd Efendî, biryara Wezaretê red dikin û dibêjin; heta ku cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî bên eşkerekirin ew ê serî li rêyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin