Dizeyî: Em kustina hemû endamên malbata Kurd sermezar dikin
PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji bo kuştina 7 endamên malbata Kurd ji aliyê nijadperestan ve li bajarê Konyayê, peyamek belav kir û bûyer şermezar kir.
Sefîn Dizeyî li ser Twitterê da zanîn: “Kuştina hemû endamên malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, em şermezar dikin. Kesên ku vê kiryara hovane kirine û ev tawan encam dane, divê demildest werin dadgehîkirin.”
Duh 30ê Tîrmehê 2021ê li navçeya Meram a Konyayê komekê ku berê xwe wek nijadperestên Tirk dane nasandin ji malbatê re gotine; “Em ulkucî ango nijadperestên Tirk in û em we li wan deveran nadin jiyandin” û êrîşî malbatê kirine. Di encama wê êrîşê de, 3 jê jin, 7 kesan can dan û pişt re jî mala wan şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin