Dizeyî: Serdana Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê ji bo zextên li ser Kurdistanê hatine çêkirin bû
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bal kişand ser biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê û got, di hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîkayê de, bi hûrî guftûgo li ser pirs û mijaran hatiye kirin û wan ji nêzîk ve guhdarî li wan mijaran kirine.
Sefîn Dizeyî ji K24ê re gotiye: “Berpirsên siyasî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 30 salên borî de, bi awayekî berdewam serdana Amerîkayê kirine û di asteke bilind de pêşwazî li wan hatiye kirin.”
Dizeyî destnîşan kir, “Bi giştî, fikarên li hember biryar û kiryarên hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê heye û Amerîka û Wezîrê Derve yê wî welatî bi eşkere daxwaza bicihkirina destûrê weke ku heye dikin.”
Dizeyî da zanîn, Herêma Kurdistanê li gor sîstema federalî, destûra Iraqê û rêkeftinên navdewletî, mafê xwe heye ku bi cîhana derve re pêwendiyan deyne, di vê çarçoveyê de jî welatan konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vekirine.
Dizeyî diyar kir, pêşxistina serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê, berî serdana Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo wan zextên ku bi awayên curbicur li ser Herêma Kurdistanê hatine çêkirin e.
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendineke fermî roja 24ê Sibatê çûbû Washingtonê û li Koşka Spî, Wezareta Derve û Kongressê bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê re hejmarek hevdîtin pêk anîn. Mijarên sereke yên hevdîtinan jî, pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û geşedanên dawî li herêmê û rewşa giştî ya Iraqê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin