Doza Demirtas | Pistî parastina du rojan dadgehê biryar da
PeyamaKurd - Dadgeha Enqerê ya li Sincanê ku Selahattîn Demirtaş ev du roj in, parastinê dike îro Pêncşemê bi piraniya dengên heyeta dadgehê biryar da ku girtîmayîna Demirtaş berdewam bike.
Parêzerê Demirtaş, Ramazan Demir li ser twitterê ragihand ku heyeta dadgehê bi piraniya dengan biryara girtîmaniya Demirtaş da û yek ji dadweran ji bo tehliyekirina Demirtaş deng da ku beriya niha jî wî dadwerî tehliyekirina Demirtaş xwestibû.
Herwiha biryar hat dayîn ku danişîna doza Demirtaş a dahutiyê li 23-24-25 Çileyê 2019 birêve biçe.
Demirtaş parastina xwe ya îro de, rexneyên tund li heyeta dadgehê girtin ku nûnertiya deshilatdariya AKPê dikin û di dawiyê de li ser gotinên, ‘bi parastina xwe darizandinê dirêj dikî” got, “15 mehan we hîç meraq nekir, bê Demirtaş dê çi bêje. Niha hûn dibêjin, tu darizandinê dirêj dikî.”
Demirtaş: Min li ber Erdogan serî nedanî, li vir jî rûmeta xwe nadim binpêkirin...

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin