Dr. Ciwan Mistefa: Egereke mezin heye ji ber Koronayê karesateke mirovî rû bide
PeyamaKurd – Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, di derbarê zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê hişyarî da û diyar kir, egereke mezin heye rewşa tendirustiyê ji bin kontrolê derkeve.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, îro di konferanseke rojnamevaneyê de li bajarê Qamişlo da zanîn: “Egereke mezin heye rewşa Koronayê ji bin kontrolê derkeve û karesateke mirovî rû bide.”
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, her diçe bilindtir dibe.
Herwiha rexne li Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) girt û da zanîn, heta niha wê rêxistinê tu hevkarî bi wan re nekiriye û di pirsa pêşkêşkirina derziyê de jî ne cidî ye.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir ku hevkariyê bi tîmên tendirustiyê û hêzên Ewlekariya Hundirîn re bikin û pabendî biryarê qedexeyê û rêkarên xweparêziyê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin