Dr. Ciwan Mistefa: Wê li Rojavayê Kurdistanê 3 nexwesxaneyên nû bêne vekirin
PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku heta dawiya salê 3 nexweşane û navendên tenduristîyê yê nû li Rojavayê Kurdistanê têne vekirin.
Dr. Ciwan Mistefa di derbarê plan û projeyên sektora tenduristiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re daye xuyakirin ku heta dawiya vê salê yan jî serê sala 2022an dê 3 nexweşxane û navendên tenduristiyê bên vekirin da ku bikaribin pirsgirêkên tenduristiyê kêm bikin.
Mistefa diyar kir ku ji bo nexweşên penceşêr, şewat, şûştina gurçikan û kesên ku di şer de parçê canê xwe winda kirine, bi çêkirina van nexweşxaneyan hewl bê dayîn ku bêne dermankirin.
Herwiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku niha kar li ser vekirina kargeheke çêkirina dermanan tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin