Dr. Saman Berzencî hisyarî da: Rêjaya pêketinê %7.8 zêde bûye, wê zêdetir jî bibe
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî, hişyariya zêdebûna pêketinên bi vîrusa koronayê da û lave li welatiyan kir ku xwe ji vîrusa koronayê biparêzin.
Wezîrê Tenduristiyê, Dr. Saman Berzencî bi daxuyaniyekê bal kişand ser zêdebûna pêketin û mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê û got, mixabin her roj hejmara pêketiyan bi koronayê zêdetir dibe, ji ber ku vîrsa nû ya koronayê gelekî zûtir belav dibe.
Berzencî da zanîn, rêjeya pêketina bi koronayê li Herêma Kurdistanê li gorî rojên berê %7.8 zêde bûye û tê pêşbînîkirin ev rêje hîn zêdetir jî bibe.
Wezîrê Tenduristiyê lave li welatiyan kir xwe li hember vîrusa koronayê biparêzin û şîretan bicih bînin û maskê bikar bînin û ji cihên qelebalix dûr bikevin, ji ber ku nexweşxane ber bi tijîbûnê ve diçin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, van rojên dawî rojane derdora 400 kes bi koronayê dikevin û li dor 5 kesan jî ji koronayê wefat dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin